Rejima Esed di 4 salên dawîn da ji 13 hezarî zêdetir sivîl kuşt

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê rapora binpêkirinên mafên mirovan ên rejima Esed ya ku ev 4 sal e li Sûriyeyê dike pêşkeşî Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir

Rejima Esed di 4 salên dawîn da ji 13 hezarî zêdetir sivîl kuşt

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku rejima Beşar Esed di 4 salên dawîn da li Sûriyeyê herî kêm 13 hezar û 278 sivîl kuştin û ji 18 hezar û 600î zêdetir sivîl jî dîl girtin.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê rapora binpêkirinên mafên mirovan ên rejima Esed ya ku ev 4 sal e li Sûriyeyê dike pêşkeşî Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir.

SNHRya binpêkirinên li hemberî sivîlan hatine kirin bi delîlan îspat dike daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku wan raporeke der barê binpêkirinên mafên mirovan ên ku rejima Esed ji tebaxa 2016an bigire heta tebaxa 2020î li hemberî sivîlên Sûriyeyê kiriye pêşkêşî Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku rejima Esed ji sala 2004an vir va tu raporeke der barê mafên mirovan ên li welêt da bi saziyên Neteweyên Yekbûyî ra parve nekiriye.

SNHRê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku wan di rapora pêşkêş kirin da li ser kuştin, dîl girtin, îşkence û azadiya derbirînê ya mafên mirovan a rejim binpê dike sekinîn. 

- Rejimê 52 caran bi çekên kîmyewî êrîş kir

Li gor raporê rejima Esed di 4 salên dawîn da 2 hezar û 779 jê zarok û 1445 jî jê jin herî kêm 13 hezar û 278 sivîl kuştin.

Di vê demê da rejimê 52 caran çekên kîmyewî bi kar anî û ji ber êrîş û dorpêçkirina eskerên rejima Esed 109 sivîlî jî ji ber xelayê can da.

SNHRê ragihand di seranserê şerê navxweyî da rejimê bi sedan hezarî sivîl dîl girt û di nav van 4 salan da jî herî kêm 18 hezar û 642 kes di destê rejimê da dîl in.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE