Rejima Esed îdia kir ku Îsraîlê bi fuzeyan êrîş kir

Rejima Beşar Esed îdia kir ku Îsraîlê dijî hedefên wan yên li bajarê Helebê bi fuzeyan êrîş kir

Rejima Esed îdia kir ku Îsraîlê bi fuzeyan êrîş kir

Rejima Beşar Esed îdia kir ku Îsraîlê dijî hedefên wan yên li bajarê Helebê bi fuzeyan êrîş kir.

Ajansa nûçeyan a rejimê SANAyê daxuyand Îsraîlê duh şev bi fuzeyan li hember baregehên eskerî yên rejimê yên li herêma Şêx Nacarê êrîş kir.

Rayedarên Îsraîlê der barê êrîşê da tu agahiyên fermî nedan.

Li gor çavkaniyên herêmî hat îdia kirin ku êrîş dijî depoya çekên hêzên Îranê hatiye kirin.

Îsraîl gelek caran li Sûriyeyê dijî hedefên eskerî yên Îran û Hizbullahê êrîşan dike.

Artêşa Îsraîlê 21ê rêbendanê li Sûriyeyê êrîşî hedefên Feylaq el-Qudsa hêzên girêdayî Mihafizên Şoreşa Îranê kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE