Rejima Esed îdia kir ku Îsraîlê bi moşekan êrîşî Şamê kir

SANAya ajansa nûçeyê ya rejima Esed di nûçeya xwe ya spart çavkaniya eskerî da ragihand ku Îsraîlê di saet 22.35an da ji Girên Golanê yê dagir kiriye ber bi dor û berê navenda Şamê va moşek barand. Di nûçeyê da hat gotin ku ji ber êrîşê bi tenê xesara madî çêbû û wiha hat gotin: "Pergala parastina hewayî ya me moşekên dijmin qefaltin û piraniya wan anîn xwarê." 

Rejima Beşşar Esed îdia kir ku Îsraîlê bi moşekê êrîşî paytext Şamê kir.

SANAya ajansa nûçeyê ya rejima Esed di nûçeya xwe ya spart çavkaniya eskerî da ragihand ku Îsraîlê di saet 22.35an da ji Girên Golanê yê dagir kiriye ber bi dor û berê navenda Şamê va moşek barand. Di nûçeyê da hat gotin ku ji ber êrîşê bi tenê xesara madî çêbû û wiha hat gotin: "Pergala parastina hewayî ya me moşekên dijmin qefaltin û piraniya wan anîn xwarê." 

Ji alî Îsraîlê der barê mijarê da tu daxuyanî nehat dayîn.

Li paytext Şamê tevlî cihên artêşa rejimê cihên komên terorîstên biyanî yên di bin kontrola Parêzgerên Şoreşa Îranê nê da ne jî hene.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE