Rejima Esed îdia kir ku Îsraîlê êrîşî Şamê kir

Di nûçeya ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê da hat gotin Îsraîlê ji girên Golanê yên dagirkirî bi saeta herêmî di saet 03.11an da li başûrê Şamê êrîşeke esmanî bir ser cihên eskerî yên rejimê.

Rejima Esed îdia kir ku Îsraîlê êrîşî Şamê kir

Rejima Beşar Esed îdia kir ku Îsrailê êrîşî Şama paytextê Sûriyeyê kir.

Di nûçeya ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê da hat gotin Îsraîlê ji girên Golanê yên dagirkirî bi saeta herêmî di saet 03.11an da li başûrê Şamê êrîşeke esmanî bir ser cihên eskerî yên rejimê.

Hat gotin di êrîşê da 3 endamên rejimê hatin kuştin û zirareke madî jî çêbû.

Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku pergalên parastinê yên rejima Esed jî çend moşekên Îsraîlê xistin.

Li Şam û çol û bestên wê ji bilî artêşa rejimê komên terorîst êndi bin emrê Parastvanên Şoreşê yên Îranê û hêzên Hizbullaha Lubnanê hene. 

Ji sala 2011 destpêka şerê navxweyî vir va Îsraîl jî car caran êrîşî cihên rejimê û komen Îran pirştgiriyê dide wan dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE