Rejima Beşar Esed îdia kir ku Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser paytextê Sûriyeyê Şamê.
Ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê di nûçeya ku sipart çavkaniyeke eskerî da îdia kir, Îsraîlê bi dema herêmî saet 22.16an ji Girên Golanê yên dagirkirî êrîşa asîmanî bir ser hin ciyên rejimê yên li dewrûbera navenda bajarê Şamê.
Di nûçeya ku der heqê ziyana canî û madî da agahî nehat dayîn da wiha hat gotin, "Pergalên parastina asîmanî yên me, xwe dan pêşiya fuzeyên dijmin û piraniya wan daxistin."
Îsraîlê li ser mijarê daxuyanî neda.
Li paytextê Şamê ligel artêşa rejima, binkeyên eskerî yên komên terorîst ên biyanî yên di emrê Pasdarên Şoreşa Îranê da hene.
Îsraîl ji 2011 sala destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir va li Sûriyeyê gelek carî êrîşan dibe ser komên ku Îran li pişt wan e û her wiha binkeyên eskerî yên rejimê.
AA