Rejima Esed êrîşî Çiyayê Tirkmen dike

Rejim û piştgirên wî ji bo tevahiya herêma Çiyayê Tirkmen ê ku di nav sînorên "herêma kêmkirina rageşiyê" da cih digire hildin bin kontrola xwe dest bi bomberandinê kirin.

Rejima Esed êrîşî Çiyayê Tirkmen dike

Rejima Beşşar Esed û piştgirên wî ji bo ku li bajarê Lazqiyeyê tevahiya herêma Çiyayê Tirkmen ê di nav sînorên "herêma kêmkirina rageşiyê" da cih digire hildin bin kontrola xwe dest bi bomberandinê kirin.

Rejima Esed û piştevanên wî piştî ku li bajarên Dera û Quneytrayê yên li başûrê welêt dikevin kontrol hildan destê xwe niha jî ji bo kontrolkirina tevahiya herêma Çiyayê Trikmen dest bi xebatê kir.

Rejim li herêma Çiyayê Tirkmen ji du aliyî va bi top û piyadeyan va êrîşan dibe ser devera di bin kontrola Artêşa Azad ya Sûriyeyê da ye û cebilxaneyê tijî herêmê dike.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li Îdlibê da yekîneyên topan ên rejimê ji duh va bi armanca Çiyayê Tirkmen ê di nav sînorê "herêma kêmkirina rageşiyê" da cih digire hildin bin kontrola xwe ji duh va êrîşî ser eniyên muxalif lê ne dikin.

Rejima Esed, komên terorîst ên biyanî yên di kontrola Îranê da û Koma Acîlciyan-THKPya ku serkêşiya wan terorîst Mîhraç Ural dike bi qasî mehekê ye ku li ser xeta eniyê dewriyeyên keşfê dikin, gelek cebilxane û bi armanca tespîtkirina cih topan diavêjin wir.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên muxalif hatin hildan rejim û piştgirên wî yên êrîşî herêmên Ûbîn û Naciyeya ku li ser xeta heta bajarê Îdlibê dikin û dixwazin ewilî vê rêyê bibirin û Çiyayê Tirkmen dagir bikin.

Dema ku kontrola Çiyayê Tirkmen bikeve destê rejimê wê demê tevahiya Lazqiyeyê dikeve bin kontrola rejimê.

- Rewşa dawîn a li Çiyayê Tirkmen

Rejim ji sala 2015an vir va bi piştevaniya hewayî ya Rûsyayê va ji sedî 85ê Çiyayê Tirkmen hildaye bin kontrola xwe. Bi qasî 20 hezar Tirkmen û Erebên ku li herêmê dijîn ji mecbûrî koçî Tirkiyeyê kiribûn.

Li Çiyayê Tirkmen niha di destê mixalifan da gundên Çumeren, Kelez, Îsapinari, Sallur, Yamadi, Karamanli û çêwlikên Zeytîncîk, Cîptoroz û Kalabayê mane.

 

 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE