Rejima Esed îtiraf kir ku ji girtiyan hinek kuştine

SNHRê diyar kir, rejima Beşşar Esed ji sed hezarên ku girtine ji malbatên 836 kesan ra ragihand ku ew di girtîgehan da mirine.

Rejima Esed îtiraf kir ku ji girtiyan hinek kuştine

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) diyar kir, rejima Beşşar Esed ji sed hezarên ku girtine ji malbatên 836 kesan ra ragihand ku ew di girtîgehan da mirine.

SNHRê li ser aqûbeta hin kesên ku ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê (adara 2011) vir va dijberiya rejima Esed dikin rapor weşand.

Li gor raporê rejimê ji daîreyên nifûsan ra ragihand ku 836 kes di girtîgehan da mirine.

Li gor raporê rejimê di meha gulanê da dest pê kir û ji daîreyan ra agahî rê kir, lê der heqê sedema mirina wan da agahî neda û cinaze teslîm nekirin.

Hat gotin ku ji kesên mirine 285 ji Şam û herêma wê ya çiyayî, 146 jê Xumsê, 117 kes ji Hamayê, 78 kes ji Derayê, 29 kes ji Îdlibê, 23 kes ji Lazqiyeyê, 8 kes ji Helebê, 6 kes ji Dêra Zorê û 3 kes jî ji Suweydayê ne.

Di raporê da hat gotin ku li gor texmînan piraniya miriyan bi êşkenceyê mirine, qismekî wan jî hatine îdamkirin.

Li gor rapora SNHRê rejim ji destpêka şerê navxweyî heta tebaxa 2018an 14 hezar kes bi êşkenceyê kuştine.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Tebax 2018, 16:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE