Rejima Esed li Deraya li başûrê Sûriyeyê êrîşî taxa ku dorpêç kiriye dike

Rejima Esed li Deraya li başûrê Sûriyeyê êrîşî taxa ku dorpêç kiriye dike

Li Deraya bajarê li başûrê Sûriyeyê hêzên rejima Beşşar Esed bi şev dîsa êrîşî Taxa Dera el-Beledê kirin ku 2 sal û nîvek e di bin dorpêçê da ye.

Hêzên rejima Beşşar Esed ku agirbesta li Derayê xera kirin dixwazin xelkê bi zorê bidin koçkirin.

Eymen Ebu Noqtayê Berdevê Civaka Azadên ku Horanê ku aktivîstên ji Derayê ava kirine diyar kir Tumena 4emîn ya Îran destekê dide piştî 4 rojan dîsa êrîşî axa Dera el-Beledê kir ku 2 sal û nîvek e di bin dorpêçê da ye.

Eymen Ebu Noqta destnîşan kir rejima Esed ragirbesta di 1ê Îlonê da çêbû binpê kiriye û got hêzên rejimê bi êrîşan dixwazin xelkê bidin koçkirin.

Ebu Noqta diyar kir di êrîşan da tivingên otomatîk , topên hewanê, moşekên tank û gradê hatine emilandin.

Komîteya Navendî ya Derayê ku li ser navê xelkê herêmê muzakereyan dimeşîne destnîşan kiribû ku ejima Esed di 4ê Îlonê da agirbest xera kiriye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE