Rejima Esed li Îdlibê dibistanek kir armanc

Di êrîşa rejima Esed û komên terorîst ên biyanî ku Îran piştgirê wan e, ya dijî dibistaneke di nava sînorê "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" da li gorî encamên pêşîn 2 xwendekar hatin kuştin, 5 xwendekar jî birîndar bûn

Rejima Esed li Îdlibê dibistanek kir armanc

Li Sûriyeyê di êrîşa rejima Beşar Esed û komên terorîst ên biyanî ku Îran piştgirê wan e, ya dijî dibistana gundê Şêx Îdris ku dikeve nava sînorê "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" da li gorî encamên pêşîn 2 xwendekar hatin kuştin, 5 xwendekar jî birîndar bûn.

Rejima Esed û komên terorîst ên biyanî ku Îran piştgirê wan e, destê sibehê bi topa hawinê êrîşî dibistana seretayî ya gundê Şêx Îdris a navçeya Seraqiba li rojhilatê başûrê Îdlibê, kirin.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Serspî) hat wergirtin, di êrîşê da 2 xwendekar hatin kuştin, 5 xwendekar jî birîndar bûn.

Herwiha tirs heye ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Rejim û alîgirên wê, ji danê sibehê vir va bi topên hawinê êrîşî navçeya Xan Şêxûnê, bajarokê Temaniyeyê û gundê Şêx Îdris ên girêdayî Îdlibê, navçeyên Kefer Zîta û Latamîne û herwiha gundên Lahaya, El Huweyîz û El Şerîe yên girêdayî Hemayê dikin.

Di êrîşên ji beşa û asîman ên rejima Esed û piştevanên wê yên komên terorîst ên ku Îran li pişt wan e yên li dijî şêniyên sivîl ên li "Herêma Kêmkirina Şer a Îdlibê" yên ji serê salê vir va da herî kêm 175 sivîl hatin kuştin, ji 480yan zêdetir sivîl jî birîndar bûn. 

Hêzên rejimê ligel rêkeftina Soçiyê, êrîşên xwe didomînin. Ew berpirsyariya Rûsyayê ku di çarçoveya peymana Astanayê da bû garantorê rejima Esed, heye ku rê li êrîşên rejimê bigire.

Mixalifên eskerî jî di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ku 17ê Îlona 2018an hatibû îmzekirin da çekên xwe yên giran di 10ê Cotmeha 2018an da ji herêmê derxistibûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2019, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE