Rejima Esed li Îdlibê li cî û warên sivîlan xist

Di êrîşên ku rejima Beşar Esed bir ser cî û warên sivîlan ên li Îdlibê da sivîlek mir...

Rejima Esed li Îdlibê li cî û warên sivîlan xist

Rejima Beşar Esed a li Sûriyyeê li bajarê Îdlibê ya li bakurê rojavayê welêt êrîş bir ser cî û warên sivîlan, di êrîşê da sivîlek mir û sivîlek jî birîndar bû.

Rejima Esed car carna xetên eniyên mixalifan hedef digire û vê carê jî êrîşên çekdarî birin ser navçeya Kefrenbîlê, bajaroka Cercenazê, Til Mennîs, Marşîmşe, Dêr Şerqî, Dêr Xerbî, Şêx Mistefa, Reqaye, Kefer Sece, Xas û Hezarîna li başûrê Îdlibê.

Li gor agahiya ku ji rayedarên Parastina Sivîlên Îdlibê (Kum Spî) hat bidestxistin di êrîşên li bajaroka Cercenazê sivîlek mir, li gundê Marşîmşeyê jî sivîlek birîndar bû.

Ji mutabaqata ku di 17ê îlna 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê hat îmzekirin vir va li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê 945 hezar û 992 sivîl ji cihên xwe hatin kirin. Di nav heman maweyê da di êrîşên rejim û Rûsyayê da 219 jê jin, 341 jê zarok hezar û 282 sivîl mirin.AA

Dîroka nûkirinê: 10 îlon 2019, 16:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE