Rejima Esed li Îdlibê êrîşî cihê bazarê kir û 10 sivîl kuştin

Rejima Esed li Îdlibê êrîşî cihê bazarê kir û 10 sivîl kuştin

Rejima Beşşar Esed li Erîhaya navçeya Îdlibê êrîşî ciyê bazarê kir û li gor tesbîtên ewil di êrîşê da 10 sivîl hatin kuştin û 35 sivîl jî birîndar bûn.

Hêzên rejimê ku ji artêşa rejima Esed û grûbên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan pêk tê, bi topan êrîşî cihê bazarê yê li navenda navçeya Erîhayê kir. 

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên nexweşxaneyê hilda, di bombebarandinê da li gor tesbîtên ewil 10 sivîl jhatin kuştin, 35 sivîl birîndar bûn.

Dibe ku jimara kuştî û birîndaran zêde bibe.

Ji aliyê din va jî di Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tûra şeşem a civînên Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyeyê dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE