Rejima Esed li İdlibê êrîşî mektebekê kir

Di êrîşê de 4 jê zarok 8 sivîl hatin kuştin.

Rejima Esed li İdlibê êrîşî mektebekê kir

Rejima Beşşar Esed li İdlibê êrîşî dibistanekê kir û di êrîşê da 4 jê zarok, 8 sivîl hatin kuştin.

Rejima Esed di roja ewil a sala nû da li başûrê İdlibê bi bombeya mîsketê va êrîşî dibistaneke bajaroja Sermînê ya li ser navçeya Seraqîbê kir.

Li gor agahiya ku ji ekîbên Parastina Sivîl a İdlibê (Kumspî) hat hildan, di êrîşa ser dibistana Selame Abbûdê da 4 jê zarok, 8 sivîl hatin kuştin, 20 sivîl birîndar bûn.

Parastina Sivîlan li cihê bûyerê xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomînin û birîndaran radikin nexweşxaneyan.

Dibe ku jimara kuştiyan zêdetir bibe.

Ji aliyê din va li gor mala çavdêriya balafiran a mixalifan, balafirên şer ên Ûris jî êrîşî navenda İdlibê û gundên Kefer Secne û Marşîmşeyê kirin.

Teyareyên Ûris di deqîqeyên ewil ên sala nû da jî li İdlibê xistibû, navenda bajêr û Kefer Secneya gundê li ser navenda İdlibê bûbûn hedefa êrîşên esmanî.

- Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li İdlibê

Bajarê İdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Suriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê İdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. İdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Türkiye, Rusya û İranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da İdlib û derdora wê wek "Herêma Kêmkêkirina Rageşiyê ya İdlibê" îlan kiribû.

Piştî êrîşên hêzên rejimê Türkiye û Rusya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. Di 17ê îlona 2018an da di navbera Türkiye û Rusyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va rejim û Rusya êrîşên xwe didomîne û di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin.

Sivîl ji cihên ku êrîş lê zêde ne koçî cihên aramtir, bi taybetî jî nêzî sînorê Türkiyeyê dikin. Jimara kesên ku koçî van herêman kirin jî di nav 2019an da ji milyonekî derbas bû.

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2020, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE