Rejima Esed li "keleha" xwe hat protestokirin

Rejima Esed li parêzgeha Lazqiyeyê ku wekî keleha wî tê zanîn, piştî 6 salan cara ewil hat protestokirin

Rejima Esed li "keleha" xwe hat protestokirin

Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed li parêzgeha Lazqiyeyê ku wekî keleha wî tê zanîn, piştî 6 salan cara ewil hat protestokirin.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên xwecihî hat wergirtin, şeva borî li rojavayê Sûriyeyê komeke sivîl ku li navenda parêzgeha Lazqiyeyê ku wekî keleha rejimê tê zanîn hatin cem hev, çûyîna ceyranê wek firsend nirxandin û rejim protesto kirin.

Komê herwisa durişmên der barê berjewendiya Artêşa Azad a Sûriyeyê da jî berz kirin.

Bi vî awayî rejim li memleketê malbata Esed ji nîsana 2013an vir va cara ewil hat protestokirin.

Li Lazqiyeyê di destpêka serhildana gel da hin protestoyan rû dabû, lêbelê artêşê hêz emilandibû û rê nedabû xwepêşandanan.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE