Rejima Esed mitebeqata Îdlibê îxlal kir û bajarokek û girek zeft kir

Rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê bi êrîşên duh mitebeqata Îdlibê îxlal kir û bajarokek û girek zeft kir

Rejima Esed mitebeqata Îdlibê îxlal kir û bajarokek û girek zeft kir

Rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê duh êrîş bir ser Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê û bi vî awayî mitebeqata Îdlibê îxlal kir û bajarokek û girek zeft kir.

Li bakurê Hemayê di navbera komên mixalif û rejima Esed a Rûsya piştgiriyê didê da pevçûn dewam dikin, hêzên rejimê Girê Sukeyk û bajaroka Habîtê yên li başûrê Îdlibê ji Artêşa Azad a Sûriyeyê sitandin.

Rejima Esed bi êrîşên hefteya borî dabû destpêkirin va gundên Til Meleh, Erbaîn, Cubbeyn, Cisat û Sahrê û girê Sahrê zeft kiribûn, ji aliyê rojava ra 9 kîlomêtre ji aliyê rojhilat ra jî 11 kîlomêtre nêzî Xan Şêxûnê bibû. 

Hemleya dorpêçkirina herêmeke teze

Rejima Esed bajaroka Habîtê bi dest xist û xetereya dorpêçkirina Kefer Zîta û Latamîneya navçeyên li bakurê Hemayê derkete holê.

Çavkaniyên mixalefeta Sûriyeyê dibêjin rejimê Habît bi dest xist û vê seyra li herêmê guherand, hefteya borî rejimê hewl dabû ku rêya di navbera Kefer Zîta û Latamîneyê bibire, zeftkirina Girê Sukeykê û bajaroka Habîtê îhtimala dorpêçkirinê zêde dike.

Ciyê çavdêriyê yê Artêşa Tirkiyeyê yê li Morîkê

Li başûrê rojhilat yê Morîka ku rejima Esed ber bi wê diçe ciyê çavdêriyê ya Artêşa Tirkiyeyê heye.

Mixalif dibêjin heke êrîş berfireh bibin û hemleya dorpêçkirinê were kirin ciyê çavdêriyê ya li Morîkê jî ew ê têkeve xetereyê.

Rewşa li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê 

Îdliba li bakurê rojavayê Sûriyeyê hema bêje ji destpêka şerê navxweyî vir da wekî kelha mixalifan e. Vê gavê ji ber koçberiya navxweyî serjimara Îdlibê gihîştiye 4 milyonî. Navenda Îdlibê di adara 2015an da kete kontrola mixalifan. Îdlib di nav ciyên ku rejim herî zêde êrîş dike da cî digre.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da li civîna Astanayê da Îdlib wekî "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kirin. Hêzên Rûsyayê gelek caran agirbest binpê kirin li ser vê Tirkiye û Rûsyayê mitebeqeteke din jî çêkirin.

Hêzên rejimê bi alîkariya piştgiran va ligel mitebeqata Soçiyê ya 17ê Îlona 2018an êrîşan didomîne.

Rejima Esed û piştgiriên wê li gel mitebeqata Tirkiye û Rûsyayê agirbestê binpê dike û ji 17ê îlona 2018an vir da ji 750 hezarî zêdetir sivîl ji cî û warên xwe hatin kirin. 

Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) diyar kiribû ku rejima Beşar Esed û piştgirên wê di êrîşên li ser Îdliba Herêma kêmkirina Rageşiyê da di navbera 26ê nîsan û 27ê tîrmehê da 208ê wan zarok, 140ê wan jin bi tevahî 781 sivîl kuştin.AA

Dîroka nûkirinê: 11 Tebax 2019, 16:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE