Li Suriyeyê rejima Beşşar Esed û komên terorîstên biyanî yên İran piştgirê wan e ji bejayê va êrîşî ser herêmên başûr û rojavayê Halepê ku di nav sînorê Herêma Kêmkirina Rageşiya İdlibê da ye, dikin.
Hêzên rejimê yên ji artêşa Esed û komên terorîstên biyanî yên İran piştgirê wan e pêk tê ji bejayê va eniyên mixalifan û cih û warên sivîlan ên li herêmên başûr û rojavayê Halepê dikevin, bombebaran dikin.
Di êrîşên duh li ser çoltera Halepê hatin kirin da balafirên şer ên Ûris jî piştgirî dabûn.
Balafirên şer ên Rusyayê duh û îro jî di bomberarana li ser Maarraturnûmanê ya li başûrê İdlibê dikeve da cih girtin.
- Ber bi xeta sînorê Türkiyeyê va koçê dest pê kir
Ji herêmên rastî êrîşan tên gelek sivîl ji bo koçê berê xwe dan herêmên nêzî sînorê Türkiyeyê ne.
Li navçeya Anadan (Til Tamûr) ku li çoltera Heleba Rojava dikeve cihê çavdêriyê ya 4emîn a Hêzên Çekdar ên Türkiyeyê heye.
Li herêma wek hedef hatiye hilbijartin rêbeja M5ê ya ku Halep û Lazkiyeyê bi hev girêdide û ji ser Halep, Hama, Hums û Şamê derbas dibe û heta Ürdünê diçe, heye.
AA