Rejima Esed êrîşên li ser Îdlibê didomîne

Artêşa rejima Sûriyeyê û komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê dide wan bi top, roket û hewanan êrîşî wargehên sivîlan kirin û 7 sivîl birîndar bûn

Rejima Esed êrîşên li ser Îdlibê didomîne

Artêşa rejima Sûriyeyê û komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê dide wan bi top, roket û hewanan êrîşî wargehên sivîlan ên di nav sînorê "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da kirin, di êrîşan da hetanî nika 7 sivîl birîndar bûn.

Hêzên rejima Esed bi top, roket û hewanan êrîşî Hemedaniye, Hebeya gund û Temamiyeya bajaroka Îdlibê, Hewîce, Huweyz, Şerîa û Kîrkara gundên Hemayê û bajaroka Kelha Madîkê yên di nav "Îdliba Herêma kêmkirina Rageşiyê" da kirin.

Hat destnîşankirin ku di êrîşên li ser gundên Hebe û Hemedaniyeyê da 7 sivîl birîndar bûn.

Li gor agahiyên ji Kordînatorên Midaxeleya Sûriyeyê ya saziya civaka sivîl a xwemalî, di navbera 9ê sibatê û 6ê nîsanê da ji ber êrîşan ji 25 hezar û 776 malbatan 160 hezar û 583 kesan koçî herêmên nêzî xeta sînorê Tirkiyeyê kirin. Di adarê da jî 135 hezar sivîl hatibûn kuştin.

Hêzên rejimê guh nadin mitemeqata Tirkiye û Rûsyayê di 17ê îlona 2018an da ji bo saxlemkirina agirbestê li Soçiyê îmze kiribûn û êrîşên xwe didomînin. Li gor peymana Astanayê garantorê rejima Esed Rûsya ya dibê pêşî li êrîşên rejimê bibire. Mixalifan li gor peymana 17ê îlona 2018an di 10ê cotmeha 2018an da sîlahên xwe yên giran ji herêmê vekişandibûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE