Rejima Esed êrîşên xwe yên li ser Îdlibê didomîne

Rejim û piştgirên wê di 3 rojên dawîn da piranî zarok ji 30yî zêdetir sivîl kuştin.

Rejima Esed êrîşên xwe yên li ser Îdlibê didomîne

Êrîşên rejima Beşar Esed ên asîmanî û ji bejayê yên li ser cî û warên li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" didomin.

Rejima Esed ji êvarê va êrîşên asîmanî û ji bejayê dibe ser navçeyên Xan Şêxun û Kefrenbîlê bajaroka Temeniyê û gundên Têrmela, Abîdîn û Sfuhenê.

Êrîşên asîmanî û ji bejayê dewam dikin û agahiya mirî û birîndaran tune.

Mihemed Raşidê berdevkê artêşa Nasir a ku yek ji hevgirên Artêşa Azad ya Sûriyeyê (AAS) ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di navbera mixalifên eskerî û rejima Esed da tu agirbest tune.

Raşid got: "Di çapemeniya civakî da xebereke agirbestê ya ku rast nîne belav bû. Di navbera rejima Esed û mixalifên eskerî da tu agirbest pêk nehat. Rejim û piştgirên wê di 3 rojên dawîn da piranî zarok ji 30yî zêdetir sivîl kuştin. Qala kîjan agirbestê tê kirin."

Raşid diyar kir ku nûçeyên agirbestê yên ku rast nînin dema ku mixalifên eskerî hember rejimê pêş dikevin da bi zanebûn tên çêkirin û got ku "Nûçeyên derew ên bi vî awayî ji bo ku rejim wext bi dest bixe tên çêkirin. Armanc ew e ku bi saya vê yekê kontrola balafirên şer ên rejima Esed bê kirin û yekîneyên teqwiye bên şandin."

Ajansa Nûçeyan a Reutersê êvarê xwe sipartibû çapemeniya Ûris û ragihandibû ku "Bi navbeynkariya Tirkiye û Rûsyayê li Îdlibê agirbest çêbû."

- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.

Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.

Çavkaniyên parastina sivîlan ragihandin ku li Sûriyeyê meha çûyî bi destê artêşa rejima Beşar Esed û terorîstên biyanî ku Îran piştevanê wan e, 59 jê zarok, 231 sivîl hatin kuştin û 659 sivîl jî birîndar bûn.

Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.

Rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan, bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê va nêzî 3 hefte berê li ser "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" êrîşên berfireh dan destpêkirin û qadeke dora 100 kîlomêtreqareyî bi dest xist. Mixalifên eskerî jî ji bo ku herêmên ketine destê hêzên rejimê ji destê wan derxin, car caran operasyonan dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Hezîran 2019, 10:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE