Rejima Esed û Rusya li İdlibê êrîşên esmanî didomîne: 13 kuştî

Hê agahî nehatine bidestxistin bê ka di bombebarandinên Ûris da mirî yan jî birîndar hene yan na

Rejima Esed û Rusya li İdlibê êrîşên esmanî didomîne: 13 kuştî

i Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Suriyeyê bombebarandinên rejima Beşar Esed û Rusyayê didomin û di êrîşên rejimê da 13 sivîl hatin kuştin.

Balafirên şer ên rejima Esed li İdlibê êrîşên esmanî yên li ser cî û warên sivîlan zêdetir kirin, balafirên şer ên Rusyayê jî deverên çiyayî yên Helebê bombebaran kirin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumspî) hat hildan, di êrîşên balafirên rejimê da li navenda bajarê İdlibê 12 kes, li gundê Kefer Tealê kesek, bi tevahî 13 sivîl hatin kuştin.

Li gor mala çavdêriya balafiran a mixalifan, balafirên şer ên Rusyayê êrîşên esmanî birin ser navendên navçeya Etarîb û Daret Îzzey, bajaroka Urîm el-Kubray, Kefer Hamra, gundê Cîne û herêma Leyremûnê ku niştewarên Helebê ne û dikevin nav sînorê Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê.

Agahî nehatine bidestxistin bê ka di bombebarandinên Ûris da mirî yan jî birîndar hene yan na.

- Guh nedan peymanên Astanayê û mitabaqata Soçiyê

Bajarê İdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Suriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Bi koça navxweyî va nifûsa Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Türkiye, Rusya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da bajarê İdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Xumsê, li paytextê Şamê Xûteya Rojhilat û herêmên başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rusyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.

Piştî êrîşên hêzên rejimê Türkiye û Rusya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. Di 17ê îlona 2018an da di navbera Türkiye û Rusyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va rejim û Rusya êrîşên xwe didomîne û ji gulana 2019an vir va ji bo ku herêmê hemû bi dest bixe ji bejayê va operasyon daye destpêkirin.

Sivîl ji cihên ku êrîş lê zêde ne koçî cihên aramtir, bi taybetî jî nêzî sînorê Türkiyeyê dikin. Jimara kesên ku koçî van herêman kirin jî ji rêbendana 2019an vir va derket milyonek û 677 hezarî.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar di 10ê gulana 2019an da daxuyanî dabû û bal kişandibû ku ûnsurên rejimê ji 6ê gulanê pê va ji bejayê va dijî başûrê İdlibê herkat da destpêkirin.

Rejim û piştgirên wê ji vê dîrokê pê va digel navçeyên mezin ên wek Kefrenbûde, Xan Şeyxûn, Maraatînûman, Seraqibê; li başûr û başûrê rojhilata İdlibê, li deverên çiyayî yên bakur û rojhilata Hamayê û li deverên çiyayî yên başûr û rojavayê Helebê gelek niştewar bi top û êrîşên esmanî va bi dest xistin.

Di 17ê îlona 2018an da di navbera Türkiye û Rusyayê da li Soçiyê mitabaqat hat îmzekirin û ji mitabaqatê vir va di êrîşên rejim û piştgirên wê da ji 1800î zêdetir sivîlan can da. Ji rêbendana 2019an vir va jimara kesên ku koç kirin û hatin nêzî sînorê Türkiyeyê derket milyonek û 767 hezar kesan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE