Rejima Esed yên ku vedigerin jî desteser dike

Li Sûriyeyê meha çûyî 306 jê bi destê rejima Beşar Esed, 488 kes bi awayekî kêfî hatin desteserkirin

Rejima Esed yên ku vedigerin jî desteser dike

 Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku li Sûriyeyê meha çûyî 306 jê bi destê rejima Beşar Esed, 488 kes bi awayekî keyfî hatin desteserkirin. Beşek ji kesên desteserkirî ew kes in ku ji rejimê pêbawerî standibûn û vegeriyabûn malên xwe.

Di rapora SNHRyê ku duh hat weşandin da hat diyarkirin ku di cotmehê da li Sûriyeyê 30 jê zarok, 38 jê jin bi tevahî 488 kes hatin desteserkirin.

Di rapora torê da hat destnîşankirin ku meha çûyî hêzên rejima Esed 18 jê zarok, 26 jê jin bi tevahî 306 kes desteser kirin. Herwiha hat ragihandin, beşek ji kesên desteserkirî ew kes in ku ji rejimê pêbawerî standibûn û ji bakurê welêt an jî ji welatên cîran vegeriyabûn malên xwe.

Di raporê da herwisa hat destnîşankirin ku rêxistina terorê YPG/PKKyê li deverên ku dagîr kiriye, 8 jê zarok, 12 jê jin bi tevahî 118 desteser kirin. 

Dîsa li gorî raporê, beşek ji mirovên ku bi destê YPG/PKKyê hatine desteserkirin, siyasetmedar, aktîvîst û xebatkarên rêxistinên civaka sivîl in ku mixalifê rêxistina terorê ne.

Rêxistina terorê DEAŞê jî meha çûyî 3 jê zarok 11 kes ji ber ku telîmatê rêxistinê neanîn cih û xwe nêzîkî mixalifan dikin, desteser kirin. Di vê maweya da herwiha mixalifên eskerî 1 jê zarok 21 kes, Heyet Tehrîr Şamê jî 32 kes desteser kirin.

Di rêbendanê da 496, di sibatê da 579, di adarê da 1096, di nîsanê da 687, di gulanê da 557, di hezîranê da 667, di tîrmehê da 647, di tebaxê da 693, di îlonê da 687, di cotmehê da jî 488 kes bi awayekî kêfî hatin girtin.

Li gorî çavkaniyên mixalifên Sûriyeyî, li Sûriyeyê di girtîgehên rejimê da herî kêm 500 hezar kes hene.AA

Dîroka nûkirinê: 06 Mijdar 2018, 16:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE