Remezan: Umman, Sûdan û Mexrib dê roja şembiyê destpê bikin

Erebistana Siûdî, Qeter, Kuwêt, Îmarat, Behreyn, Yemen, Filistîn, Urdin, Sûriye, Somalî, Libya, Cezaîr, Misir û Tunusê ragihand ku roja îniyê destpêka remezanê ye. Lê ji aliyekî din ve Uman, Sûdan û Mexribê ragihand ku roja şembiyê destpêka remezanê ye.

Remezan: Umman, Sûdan û Mexrib dê roja şembiyê destpê bikin

Erebistana Siûdî, Qeter, Kuwêt, Îmarat, Behreyn, Yemen, Filistîn, Urdin, Sûriye, Somalî, Libya, Cezaîr, Misir û Tunusê ragihand ku roja îniyê destpêka remezanê ye. Lê ji aliyekî din ve Uman, Sûdan û Mexribê ragihand ku roja şembiyê destpêka remezanê ye.

Li gorî nûçeya SPAya ajansa fermî ya Erebistana Siûdiyê, Dadgeha Bilind daxuyandiye ji ber ku hîlal dîtine roja îniyê roja yekem a remezanê ye.

Piştre jî Qeter, Kuwêt, Îmarat, Behreyn, Yemen, Filistîn, Urdin, Sûriye, Somalî, Libya, Cezaîrê jî ragihandin ku hîlal dîtine û roja îniyê destpêka rojiya remezanê ye.

Berî nuha jî Misir û Tunusê ragihandibû ku roja îniyê dê rojiya remezanê destpê bike.

 Umman, Sûdan û Mexrib dê roja şembiyê destpê bikin

Ji aliyekî din ve Uman, Sûdan û Mexribê ragihand ku roja şembiyê destpêka remezanê ye.

Serokatiya Karûbarê Dînî û Ewqafê ya Umanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji ber hîlal nedîtine dê roja şembiyê dest bi rojiya meha remezanê bikin.

Desthilatên dînî yên Sûdan û Mexribê jî ji ber heman sedemê diyar kirin ku dê şembiyê dest bi rojiyê bikin.

Li Iraq û Libnanê newekhevî

Ji Iraqê û Libnanê derbarê destpêkirina remezanê 2 daxuyaniyê cuda hatin dayin.

Di daxuyaniya nivîskî ya nivîsgeha Ayetullah Sîstaniyê lêvegerê Şîiyan de hat destnîşankirin ku roja şembiyê weke yekem roja remezanê hatiye tesbîtkirin.

Li hember wê Serokê Weqfa Suniyan a Iraqê Sead Kambeş duhê li Mizgefta Îmam Ezem Ebû Henîfe ya li Bexdayê bi civîneke çapemeniyê ragihandibû ku meha remezanê rojaîniyê destpê dike.

Li Libnanê rewş neguherî.

Miftîtiya Libnanê ku nûnertiya Suniyan dike bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku destpêk roja îniyê ye û li hember wê Konseya Îslamiya Şîi ya Bilind ku li Libnanê weke lêvegerê mezin ê Şîiyan e ragihand ku destpêk roja şembiyê ye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE