Reîsî: "Dibe ku di bazara Rûsyayê da para Îranê zêde bibe"

Reîsî: "Dibe ku di bazara Rûsyayê da para Îranê zêde bibe"

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî diyar kir, dibe ku di bazara Rûsyayê da para Îranê zêde bibe û rêvebirên her du welatan jî di vê mijarê da wekî hev difikirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokomariya Îranê hat dayîn, Reîsî di çarçoveya ziyareta xwe ya Rûsyayê da li Moskovayê bi Îraniyan ra rûnişt û li ser têkiliyên navbera her du welatan sekinî.

Reîsî der barê hevdîtina ku bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ra kir da jî agahî da û wiha dewam kir: "Dibe ku di bazara Rûsyayê da para Îranê zêde bibe. Serokê Dewleta Rûsyayê jî got ku di bazara Rûsyayê da para Îranê teqez dikare zêde bibe. Ji bo zêdekirina tevkariyê îradeyeke xurt heye ku pirsgirêk werin çareserkirin û astengî werin rakirin."

Reîsî daxuyand, qismekî hevdîtinê li ser zêdekirina têkiliyên qada aboriyê bû û wiha dewam kir, "Ji hevdîtinê ev encam derket: Rêvebirên her du welatan jî dixwazin pirsgirêk çareser bibin û têkilî xurt bibin."

Reîsî ji bo ziyareta fermî duh çûbû Moskovayê û bi Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn ra hevdîtin kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE