Reîsî: Her cure midaxeleya dereke îstiqrara herêmê têk dibe

Reîsî diyar kir ku ewlekariya Qazaxistanê ji bo wan girîng e û ew piştgiriyê didin îstiqrar û ewlekariya herêmê û wiha got, "Her cure midaxeleya dereke îstiqrara herêmê têk dibe."

Reîsî: Her cure midaxeleya dereke îstiqrara herêmê têk dibe

Li gorî daxuyaniya Serokomariya Îranê, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokomarê Qazaxistanê Qasim Comert Tokayev duh êvarê bi têlefonê axivîn û li ser peywendiyên dualî, geşedanên li herêmê û bûyerên li Qazaxistanê rawestiyan.

Reîsî diyar kir ku ewlekariya Qazaxistanê ji bo wan girîng e û ew piştgiriyê didin îstiqrar û ewlekariya herêmê û wiha got, "Her cure midaxeleya dereke îstiqrara herêmê têk dibe."

Tokayev jî destnîşan kir ku wan di peywendiyên dîplomatîk ên 30 salan ên digel Îranê da asta li gorî dilê xwe bi dest xist û diyar kir ku zêdekirina hevkariya di warê aborî û bazirganiyê da girîng e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE