Lava Îbo 18 salî ye û li bajarê efrînê dijî. Ji piçûkatiya xwe heya niha resman çêdike. Lava beriya du mehan vegeriya bajarê xwe û niha jî li navenda çandê ya eşrîayê hûnera xwe didomîne.
Di destê wê de qelem û boyax, li hemberî wê jî tuwal heye û bi baldariyeke mezin resman çêdike.
Lava Îbo 18 sali ye û li bajarê Efrînê dijî.
Di zarokatiya xwe de elaqeye wê li ser çêkirina resman hebû û bi alîkariya bav û dayika xwe Lavayê xwe bi pêş xist.
Resama ciwan Lava niha li pey xeyalê xwe ye û li Efrînê li Navenda Çandê ya Eşrîayê resmên cur bi cur çêdike.
Heta di nav wan resman de resmê Serok Recep Tayyip Erdoğan jî heye.
Li ser tuwalan kesên navdar û cihên dîrokî yên wekî Kela Horî, Selahaadîn Eyyubî û Mînareya Mizgefta Şamê ya bi navê El Ûmewî çêdike.
Lavaya 18 salî dixwaze xwe zêdetir pêş bixe û resmên wê di pêşaneyekê de bên pêşkêşkirin.
Her wiha Lava dixwaze xwendina xwe ya zanîngehê jî bidomîne û li Efrînê zanîngeh werin vekirin.