Resama ji Efrînê ji qîzan ra dibe mînak

Îboya ji Efrînê ji vir 3 sal berê dest bi xêzkirina resman kir û paşê qismeke mala xwe vegeranda atolyeyê.

Resama ji Efrînê ji qîzan ra dibe mînak

 Lawa Îboya resama xama a li Efrîna navçeya Sûriyeyê dijî xêzkirina resman hînî zarên qîzîn dike hem ji wan ra dibe mînak hem jî hêviya pêşerojê dide wan.

Îboya ji Efrînê ji vir 3 sal berê dest bi xêzkirina resman kir û paşê qismeke mala xwe vegeranda atolyeyê.

Îbo bi îmkanên kêm va dest bi xebatên xêzkirina resman kir û atolyeya xwe vegerande qursê paşê jî li navenda hunerê ya Efrînê dest pê kir ders da.

Îboya ku resmên xwe herî zêde bi qelema reş va xêz dike di resmên xwe da qala şerê navxweyî dike. Îboyê qet berhemên dîrokî yên li Tirkiyeyê nedîtiye lêbelê li wêneyên wan mêze dike û resmên wan xêz dike.

Îboya ku resma Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî bi baldarî xêz kir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo tiştên li Efrînê kir ji Tirkiyeyê ra sipas dike.

Îboyê wiha xeberda: "Tiştên ku li Sûriyeyê tên serê me min xêz kirin. Serpêhatiyên zarok û penaberan di hunera xwe da nîşan didim. Hêviya min ew e ku resmên min ji bo wan bibin hêvî û di pêşerojê da rojên baş jî xêz bikim. Hema em dev jê bernedên em ê rojên baş jî bibînin."

Îboya xama ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê wiha got: 

"Li tevahiyê dinyayê wekî demên din ew ê îsal jî 8ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê were pîrozkirin. Herkes ew ê qala jinan û serkefitnê wan bike lêbelê jinên Sûriyeyê ew ê bixebitin ku zarên xwe ji êrîşan biparêzin. Jinên Sûriyeyê ji ber şer û koçberiyê rojên zor dijîn. Hêviya min ew e ku dinyayê dengê wan bibîhîze."

Hevîn Husoya xwendekara Îboyê jî diyar kir ku dersa xêzkirina resman dibîne û ji ber vê gelekî kêfxweş e.

Husoyê got bi xêzkirina resman va hêviya wan a pêşerojê zêde dibe û wiha pê da çû: "Ez ji xêzkirina resman gelekî hez dikim. Em bi sala Lawaya mamoste hînî gelek tiştan bûn. Hêviya min ew e ku havînê jî vê qursê vekin û em werin li vê derê resmên siruştê û zarokan xêz bikin."

Dîroka nûkirinê: 08 Adar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE