Rewşa dawî ya Lîbyayê

Artêşa Libyayê ragihand ku li başûrê paytext Trablusê herêmên Eyn Zara û Wadî er-Rebiyê ji milîsên Hefter hildane.

Rewşa dawî ya Lîbyayê

Artêşa Lîbyayê eşkere kir ku wan herêmên Eyn Zara û Wadî er-Rebî yên li başûrê paytext Trablusê ji milîsên serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê welêt Xelîfe Hefter rizgar kirin û kontrola van herêman bi temamî kirin destê xwe.

Berdevkê Artêşa Lîbyayê Albay Mihemed Kununu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku yekîneyên artêşê, milîsên Hefter ji herêmên Eyn Zara û Wadî er-Rebî yên li başûrê Trablusê derxistin û kontrola van herêman bi temamî kirin destê xwe.

Milîsên Hefterê ku bi qasî salek berê fermana êrîşê dabû, van dawiyan li hemberî artêşa Lîbyayê ser hev şikestinan dixwe.

Artêşa Lîbyayê ragihandibû ku piştî temamî qeraxê rojava, herêmên li başûrê Trablusê û Baregeha Watiyeyê ya stratejîk a li rojavayê welêt, duh jî Balafirgeha Trablusê ji milîsên Hefter rizgar kir.

Artêşa Lîbyayê ragihand ku sivîlên li paytext Trablusê bi rêjeyeke mezin ji êrîşên milîsên serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê welêt Xelîfe Hefter hatin xilaskirin.

Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê û piraniya herêmên li başûrê bajêr hatin rizgarkirin

Berdevkê Operasyona Xezeba Hêrsê ya artêşa Lîbyayê Mistefa el-Mecaî di daxuyaniya xwe da diyar kir, piştî ku artêşê Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê û piraniya herêmên li başûrê bajêr rizgar kirin, tehdîda milîsên Hefter a li ser sivîlan jî bi rêjeyeke mezin kêm bû.

Mistefa el-Mecaî diyar kir, ji ber ku piraniya rêyên îkmalê di destê hêzên hikûmetê da ne, ew pêşbînî dikin ku qederek şûnda başûrê Trablusê bi temamî were rizgarkirin.

Ji aliyê din va di dîmenên ku ji hêla şaxa çapemeniyê ya Operasyona Xezeba Hêrsê hatin parvekirin da cih dan axaftinên milîsên Hefter ên bi bêtêlê.

Li gorî ku ji dîmenan tê bihîstin, ji bo milîsên Hefter ên li balafirgehê bi bêtêlê ew telîmat tê ku demildest vekişin herêmên ewle.

Pêşveçûna artêşa Lîbyayê didome

Artêşa Lîbyayê van dawiyan li hemberî milîsên Hefter serkeftinên mezin bi dest xistin.

Artêşa Lîbyayê ragihandibû ku piştî temamî qeraxê rojava, herêmên li başûrê Trablusê û Baregeha Watiyeyê ya stratejîk a li rojavayê welêt, duh jî Balafirgeha Trablusê ji milîsên Hefter rizgar kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE