Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"

Grandî der barê êrîşên li hemberî Îdlibê yên ku rejima Beşşar Esed û alîgirên wî dikin da axivî...

Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"

Komîserê Payebilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Fîlîppo Grandî daxuyand divê lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê ya li ser Îdlibê bê parastin û got: "3 milyon kesên li herêma Îdlibê dijîn di rîskê da ne."

Grandî der barê êrîşên li hemberî Îdlibê yên ku rejima Beşşar Esed û alîgirên wî dikin da axivî...

Grandî daxuyand divê lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê ya li ser Îdlibê bê parastin, lewra mirovan ji cih û warên wan derxistin dîsa derketiye holê ku ew ji ber vê bifikar in û wiha got: "3 milyon kesên li herêma Îdlibê dijîn di rîskê da ne. Ev pirsgirêkek e."

Garandî daxuyaniya Kordînatorê Alîkariya Mirovî ya Suriyeyê ya NYyê Panos Moumtzîs ya ku dibêje heke li bakurê Sûriyeyê pevçûn zêde bibin 2 milyon sivîl wê bixwazin xwe bispêrin Tirkiyeyê bi bîr xist û got ew naxwaze di vê mijarê da tu texmînekî bike.

Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bibêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e.

Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû.

Hêzên rejimê li başûrê rojhilatê Îdlibê bajaroka Sîncarê, gundên Ebu Dalî, Hîcaz, Resîm el Abît, Remle, Um Cureynê û balafirgeha Ebu Zuxurê di serê sala 2018an da bi dest xistibûn û ji aliyê başûrê rojhilatê va ketibûn nav sînorên bajarê Îdlibê. 

Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.

Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Kazakistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.

Çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumspî destnîşan dikin ku ji meha nîsanê vir va herî kêm 126 sivîl hatin kuştin, 325 sivîl jî birîndar bûn.AA

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 15:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE