Rêya Kerkûk û Hewlêrê piştî mehan car din hat vekirin

Rêya Kerkûk û Hewlêrê ya ku ji ber rageşiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi mehane girtî bû, îro ji nû va hat vekirin

Rêya Kerkûk û Hewlêrê piştî mehan car din hat vekirin

Li Iraqê rêya Kerkûk û Hewlêrê ya ku ji ber rageşiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji Cotmeha 2017an vir va girtîbû îro ji hatin û çûyînê ra hat vekirin.

Ji bo vekirina rê merasimeke fermî hat lidarxistin.

Ji bilî rayedarên ji Kerkûk û Hewlêrê fermandarên polêsan ên federal jî beşdarî merasimê bûn.

Piştî merasimê civîneke çapemeniyê çêbû û Fermandarê Baregeha Herêma Kerkûkê yê Hêzên Polêsan ên Federal ê Iraqê General Şakir Guveyyîn di civînê de axivî.

Guveyyîn anî ziman ev rê 10 meh bûn ku girtî bû, lê îro ji nû ve hat vekirin.

Guveyyîn got wan hewl daye ku beriya Eyda Qurbanê ev rê bê vekirin, ji bo vê rayedarên hêrêmî yên ji Kerkûk û Hewlêrê gelekî hewl dane.

Ji bo ewlehiya rê Guveyyîn got ewlehiya rê wê dîsa ji hêla hêzên herdu rêvebiriyan ve bê parastin.

Midûrê Polêsan ê Hewlêrê Talat Abdulhaliq jî got girtina rê herî zêde tesîr li ser welatiyên Hewlêrî û Kerkûkî kiriye û beriya eydê vekirina wê geşedaneke pir muhîm e.

Abdulhaliq got heta dawiya eydê bi tenê wesayîtên biçûk wê bikaribin ji rê derbas bibin, lê piştî 25ê îlonê hemû wesayîtên ticarî û yên mezin bikaribin herin û bên.

Hêzên hikûmeta navend a Iraqê di 16ê Cotmeha 2017an de operasyonek kiribûn û Kerkûka ku 3 sal bû di destê pêşmergeyan da bû hildabûn.

Pêşmerge mecbur mabûn ku vekişin, jê hinek çûbûn Silêmaniye û Hewlêrê.

Rêya Kerkûk û Hewlêrê jî di 16ê Cotmeha 2017an de hatibû girtin ku hêzên Iraqê zêdetir pêşva neçin.AA

Dîroka nûkirinê: 19 Tebax 2018, 16:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE