Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bi hevkarê xwe yê Iraqî Berhem Salih ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokomariya Îranê hat dayîn, Rûhanî û Salih di axaftina xwe da li ser peymanên navbera herdu welatan sekinîn ku têkevin rewacê.
Rûhanî diyar kir ku îstiqrar û ewlehiya li Iraqê wan kêfxweş dike û xwest peymanên ku di navbera herdu welatan da hatine îmzekirin, demildest têkevin rewacê.
Rûhanî daxuyand ku Iraq û Îran di mijarên hesas ên herêmî û navneteweyî da nêzî hevdu difikirin, ew dixwazin bi welatên herêmê ra jî têkiliyan xurt bikin.
Rûhanî destnîşan kir, Amerîka gavên ku wê herêmê bê îstiqrar bike avêtin û zirara van gavan wê ji Amerîkayê ra çêbe.
Serokomarê Iraqê Salih jî diyar kir ku ew dixwazin bi Îranê ra têkiliyan xurt bikin, girîng e ku peymanên hatine mohrkirin, têkevin rewacê.AA