Rûhanî: Îhtimal heye nêzî 30 û 35 milyon Îranî bi şewba Kovîd-19ê bikevin

Li gor rapora Wezareta Tenduristiyê ya Îranê heta niha li Îranê 25 milyon kes bi şewba Kovîd-19ê ketin û Ruhanî jî got: "Di mehên pêş me da dibe ku nêzî 30-35 milyon Îranî bi şewba Kovîd-19ê bikevin.

Rûhanî: Îhtimal heye nêzî 30 û 35 milyon Îranî bi şewba Kovîd-19ê bikevin

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li paytext Tehranê piştî civîna Lijneya Têkoşîna Neteweyî ya Dijî Koronavîrusê axivî û têkoşîna ev pênc meh e li seranserê Îranê dijî şewba Kovîd-19ê tê dayîn da agahî da.

Li gor rapora Wezareta Tenduristiyê ya Îranê heta niha li Îranê 25 milyon kes bi şewba Kovîd-19ê ketin û Ruhanî jî got: "Di mehên pêş me da dibe ku nêzî 30-35 milyon Îranî bi şewba Kovîd-19ê bikevin.

Rûhanî ragihand ku di mehên pêş da hejmara kesên li nexweşxaneyan wê bên tedawîkirin bi qasî du qatî dê zêde bibin.

Di axaftina xwe da Rûhanî bi bîr xist ku heta niha li Îranê nêzî 14 hezar kes ji ber Kovîd-19ê mirin û ji 200 hezarî zêdetir kes jî li nexweşxaneyan hatin dermankirin û ji welatiyan xwest ku bila li gor rê û rêzikan tevbigerin da ku nexweşî zêde belav nebe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE