Rûhanî: "Ji bo me ne girîng e ku li Amerîkayê hilbijartinan dê kê qezenc bike"

Rûhanî li paytext Tehranê piştî civîna Lijneya Wezîran axivî û li ser hilbijartinên serokatiya Amerîkayê û kêşeyên aborî yên welêt daxuyanî dan.

Rûhanî: "Ji bo me ne girîng e ku li Amerîkayê hilbijartinan dê kê qezenc bike"

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ne girîng e ku li Amerîkayê hilbijartinan kê qezenc bike û her wiha wan plansaziyên xwe li gorî wê yekê çênekirine.

Rûhanî li paytext Tehranê piştî civîna Lijneya Wezîran axivî û li ser hilbijartinên serokatiya Amerîkayê û kêşeyên aborî yên welêt daxuyanî dan.

Rûhanî diyar kir, polîtîka û rêveberiya hikûmeta nû ya ku dê li Amerîkayê were ser kar ji bo wan ya girîng e û wiha dewam kir, "Ji bo me ne girîng e ku li Amerîkayê hilbijartinan dê kê qezenc bike. Hilbijartina dawîn a Amerîkayê ji gelek hêlan va ciyê ibretê ye û ez naxwazim bikevim hûrgiliyan. Amerîka heger astengkirinan bide alî û rêzê nîşan bide, şertên me jî dê biguherin wê demê. Şûna gefxwarinê, heger îkram û hurmet hebe, şert û merc jî dê cuda bin. Ji bo me ya girîng, tevger, rêveberî û siyaseta rêgezî ye. Şexs û partî ji bo me ne girîng in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE