Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî der heqê mizakereyên digel Amerîkayê da wiha got, "Heger ku mizakere plan û komployên dijmin têk bibe, wê gavê dê bibe gaveke pêwîst û şoreşger."
Rûhanî di axaftina xwe ya li Zanîngeha Mamosteyan a li paytext Tehranê da ji bo mizakereyên digel Amerîkayê roniya kesk vêxist.
Rûhanî der heqê mizakereyan da wiha axivî:
"Dijmin dixwaze fişarê bike, lê Îran li hemberî vê li ber xwe dide. Heger ku mizakere plan û komployên dijmin têk bibe, wê gavê dê bibe gaveke pêwîst û şoreşger."
Rûhanî qala zema benzînê ku li welêt bûbû sedema protestoyan jî kir û got ku ligel pêwîstiya wê pê heye, lêbelê hikûmet dê hemû dahatên ji zemê li gel belav bike.
AA