Rûhani: "Ji bo mueyîde bên rakirin li Viyanayê lihevkirin pêk hat"

Rûhanî bi pergala vîdeokonferansê beşdarî merasima vekirina projeyên di qada vejenê da hatibûn amadkirin da axivî û der barê gotûbêja 4+1ê ya di navbera Îran û Amerîkayê da ku li Vîyanaya paytextê Awistiryayê dewam dike da jî agahî da.

Rûhani: "Ji bo mueyîde bên rakirin li Viyanayê lihevkirin pêk hat"

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî der heqê gotûbêja ji bo peymana nukleerê ya ku li Vîyanaya paytextê Awistiryayê didomin da got ku li ser rakirina mueyîdeyên sereke lihevkirin pêk hat û axaftinên ji bo hin hûrgiliyan tên kirin jî dewam dikin.

Rûhanî bi pergala vîdeokonferansê beşdarî merasima vekirina projeyên di qada vejenê da hatibûn amadkirin da axivî û der barê gotûbêja 4+1ê ya di navbera Îran û Amerîkayê da ku li Vîyanaya paytextê Awistiryayê dewam dike da jî agahî da.

Di axaftina xwe da Rûhanî got ku di hevdîtinan da alî hember ji bo rakirina mueyîdeyan amadeye û wiha domand: "Em li ser hin hûrgiliyên biçûk diaxifin. Mueyîdeyên der heqê neft, kîmya neftê, keştîgerî, sîgorte û bankeya navendî da rakirinê qebûl kirin û ev mijar temame. Ji bo lihevkirineke teqez di hin mijaran da xeberdanên me dewam dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE