"Ûris wê wekî ku Ukraynayiyan li Mariupolê meriv kuştine nîşan bide"

"Ûris wê wekî ku Ukraynayiyan li Mariupolê meriv kuştine nîşan bide"

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy diyar kir, wisa hat ber guhê wan ku Ûris wê li Mariupolê provokasyoneke berfireh bikin û wiha dewam kir, "Wê qurbaniyên Mariupolê wisa nîşan bidin ku Ukraynayiyan ew kuştine, ne ku artêşa Ûris ew kuştine. Ji kuçeyan cesedan berhev dikin û dibe ku wan li gor senaryoyên propagandayê li cihên din bi kar bînin."

Zelenskiy bangî raya giştî kir û diyar kir, 43 roj in ku Rûsya êrîşî Ukraynayê dike, gelê Ukraynayê jî bi wêrekî li ber xwe dide.

Zelenskiy bal kişand, tengavkirinên Rûsyayê têra sekinandina şer nake û wiha got, "Pêdivî bi tengavkirinên zêdetir û wêrektir heye."

Zelenskiy destnîşan kir, ji bo ku ew şer qezenc bikin, pêdiviya wan bi çekan heye û wiha got, "Li dijî Rûsyayê tengavkirina herî xurt ew e ku çekan bidin me."

Zelenskiy daxuyand wisa hat ber guhê wan ku Ûris wê li Mariupolê provokasyoneke berfireh bikin û wiha dewam kir, "Wê qurbaniyên Mariupolê wisa nîşan bidin ku Ukraynayiyan ew kuştine, ne ku artêşa Ûris ew kuştine. Ji kuçeyan cesedan berhev dikin û dibe ku wan li gor senaryoyên propagandayê li cihên din bi kar bînin. Em bi dagirkerên ku ji mirovahiyê dûr in ra mijûl in. Ji bo ku kuştinên xwe tepis bikin û ser bigirin, cesedan wekî dekorasyon û alavê propagandayê bi kar tînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE