Riya bazirganiyê tê qîrkirin

Li Afrinê bi saya Türkiyeyê kar û xebatên binesaziyê tên kirin.

Riya bazirganiyê tê qîrkirin

Li bajarê Afrinê, bi piştgiriya Encûmeniya Herêmî û Türkiyeyê, riya ku Îdlibê bi bakûrê Helebê ve girêdide tê qîrkirin. Ev rê weke riya ticaretê tê zanîn.

Ji bo Afrin bêhtir bi pêş bikeve, bi piştgiriya Türkiyeyê xebatên binesaziyê berdewam dikin.

Riya ku Îdlib, Afrin û bajarên din bi hev ve girê dide tê xweşkirin.

Pêşî rê hat rastkirin...Pişt re jî qîr li rê hat rijandin...

Ev riya ku wek riya bazirganiyê tê zanîn û dirêjiya wê 20 kîlometre ye, wê bi temamî bê çêkirin.

Gelê bajêr ji kar û xebatên binesaziyê gelek razî ne û hêviya wan tim aramiya bajêr e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE