Rêjeya beşdariya dengdanê li HKIyê hat eşkerekirin

Rêjeya beşdariya li dengdana Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) weke ji sedî 57,23 hat ragihandin.

Rêjeya beşdariya dengdanê li HKIyê hat eşkerekirin

Rêjeya beşdariya li dengdana Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) weke ji sedî 57,23 hat ragihandin.

Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê û Referandûmê Şîrwan Zirarî bi civîneke çapemeniyê ragihand ku rêjeya beşdariya li dengdana Herêmê ji sedî 57,23 e.

Zirarî anî ziman ku rêjeya beşdariyê li Hewlêrê ji sedî 58,58, li Silêmaniyê ji sediî 53,01, li Dihokê ji sedî 61,87 û li Helebceyê jî ji sedî 60,90 e.

Tê çaverêkirin ku encamên hilbijartinê yê ne nîhaî di nava 72 seatan de bên ragihandin.

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Cotmeh 2018, 16:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE