Îrlandayê got dibe ku ew delweta Filistînê nas bikin

Wezîrê Karên Derva yê Komara Îrlandayê Simon Coveney diyar kir ku heke di mizakereyên aştiyê yên navbera Filistîn û Îsraîlê da pêşketin çênebe, welatê wî dibe ku dewleta Filistînê nas bike

Îrlandayê got dibe ku ew delweta Filistînê nas bikin

Wezîrê Karên Derva yê Komara Îrlandayê Simon Coveney diyar kir ku heke di mizakereyên aştiyê yên navbera Filistîn û Îsraîlê da pêşketin çênebe, welatê wî dibe ku dewleta Filistînê nas bike.

Coveney li Dublînê di çarçoveya ziyareta xwe ya fermî da bi hevkarê xwe yê Filistînî Riyad el-Malikî ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist û wiha got, " e ku em dewleta Filistînê tenê 'vê gavê nas nekin", lêbelê heke tiştek ji diyalogê derneyê û bêhêvîtî dewam bike, em ê mecbûr bimînin û ji ber sedemên gelek eşkere em ê vê tercîha xwe cardin ber çavan ra derbas bikin."

Simon Coveney destnîşan kir, heke Îrlanda dewleta Filistînê nas bike, dibe ku welatên din ên li Ewropayê jî nas bikin.

Coveney diyar kir, dilê welatê wî heye ku bi hin dewletên Ereb û Ewropayê ra civînekê li dar bixe û tê da nûnerên Filistînî bicivîne da ku pêvajoya aştiyê cardin dest pê bike.

Simon Coveney diyar kir, "xeta" bû ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bi rêya Neteweyên Yekbûyî alîkariya ji bo Filistînê da birîn û ji ber vê yekê jî Îrlanda wê alîkariya xwe ya 4,5 milyon ewroyî derxe 7 milyon ewroyî.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 îlon 2018, 13:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE