Rojê 6 koçberên bêdestûr di Behra Spî da xeniqîn

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di sala 2018an da bi hewla bigihîjin Ewropayê rojê kêm zêde 6 koçberên bêdestûr di Behra Spî da xeniqîn

Rojê 6 koçberên bêdestûr di Behra Spî da xeniqîn

Di rapora Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) bi serenava "Rêwîtiya Bêhêvî" weşand da hat gotin ku Behra Spî ji bo koçberên bêdestûr rêya herî xetereye.

Di raporê da hat gotin ku ji ser Behra Spî di sala 2018an da bi tevahî 139 hezar û 300 koçberên bêdestûr xwe gihandin Ewropayê û di 5 salên dawîn da ev asta herî kêm e.

Digel kêm derbasbûnê di Behra Spî da sala par 2 hezar û 275 koçberên bêdestûr xeniqîn û yan jî winda bûn û ev yek jî tê wê meneyê ku hema bêjê rojê 6 koçberên bêdestûr ên ber bi Ewropayê derketibûn rê yan xeniqîn û yan jî winda bûn.

Ji bo koçberên bêdestûr Spanya bû deriyê têketinê yê Ewropayê û par 8 hezar koçberên bêdestûr ji ser rêbejan û 54 hezar û 800 koçberên bêdestûr jî ji ser rêyên behrê xwe gihandin welêt

Hejmara koçberên bêdestûr ên ku par xwe gihandin Îtalyayê li gor pêrar 5 qat kêm bû û daket 23 hezar û 400 kesî. Tê gotin tewdîrên tund ên hikûmeta Îtalyayê kiribû rewacê li ser vê yekê tesîr kir.

Li Yewnanistanê zêde tişt neguherî lewra di sala 2017an da 30 hezar û di sala 2018an da jî 32 hezar û 500 koçberên bêdestûr xwe gihandin wir.

- Ji Grandî banga hevkariya herêmî

Di raporê da hat gotin ku koçberên bêdestûr di seranserê rêwîtiya xwe da rastî destdirêjî, dest avêtin, revandin, tehdîda revandin û fîdyeyê tên û ji hikûmetan hat xwestin ku bila li dijî qaçaxvanan ji bo têkoşîneke bitesîr hewl bidin.

Komîserê Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandî ji bo raporê got: "Di behrê da mirovan xilaskirin tercîhek nîne, ev pirsgirêkeke polîtîk e û mecburiyeteke bi sedan sala ye."

Di axaftina xwe da Grandî ragihand ku li Behra Spî ji bo trajedî zêde nebin divê hevkariyeke herêmî ya jê ra wext lazime bê kirin.

Dîroka nûkirinê: 30 Çile 2019, 10:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE