Roja Axê ya Filistînê ji ber vîrusa koronayê bi awayekî cuda hat pîrozkirin

 Salvegera 44emîn a Roja Axê ya 30yê Adarê ya ku bûye sembola berxwedana Fîlistiniyan a li hemberî dagirkeriya Îsraîlê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bi kampanyaya "Alaya Xwe Bilind Bike" va hat pîrozkirin.

Roja Axê ya Filistînê ji ber vîrusa koronayê bi awayekî cuda hat pîrozkirin

 Salvegera 44emîn a Roja Axê ya 30yê Adarê ya ku bûye sembola berxwedana Fîlistiniyan a li hemberî dagirkeriya Îsraîlê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bi kampanyaya "Alaya Xwe Bilind Bike" va hat pîrozkirin.

Filislîniyên li bajarên cuda ên Şerîaya Rojava û bajarên Filistînê yên girêdayî Îsraîlê dijîn li gor kampanyaya "Alaya Xwe Bilind Bike" derketin şaneşîn û paceyên malên xwe û alaya Filistînê hejandin.

Li ser medyaya civakî jî hashtageke "Alaya Xwe Bilind Bike" hat vekirin û peyam hatin nivîsandin.

Kordînatorê vê kampanyayê Ebdulkerîm El Kahlot ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand pîrozkirina Roja Axê ya Filistînê ji ber vîrusa koronayê pêk nehat, lê wan jî bi vî awayî ev roj pîroz kir, li ser medyaya civakî jî pîştgiriyeke mezin hat dayîn.

Komîteya Şopandina Ereban a Bilind jî di daxuyaniya nivîskî da bangî Filistîniyan kir ku ew ji şaneşîn, pace û li ser xaniyên xwe alaya Filistînê bihejînin û vê rojê pîroz bikin.

Komîteyê li ser medyaya civakî dîmen û weneyên alayan û welatiyan parve kir.

Roja Axê Çi Ye?

Îsraîlê di 30yê Adara 1976an da li bakurê welêt li herêma Celîleyê dest da bi hezaran donim eraziyên Filistîniyên welatiyên Îsraîlê ne.Li ser vê destdayînê Filîstiniyan xwepêşandan li dar xistin û grev kirin.

Polêsên Îsraîlê gule berdan Filistîniyên beşdarî van çalakiyan bûn, 6 kes şehîd kirin û gelek kes jî birîndar bûn. Ev bûyera ku wek "Roja Axê" tê binavkirin wek çavkaniya pevçûnê ya di navbera Filistîn û Îsraîlê tê dîtin û tevgera wan jî sembola berxwedanê tê hesibandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE