Rojnamevana Filistînî Salîm doza ku li dijî Deutsche Welleyê vekir qezenc kir

Rojnamevana Filistînî Salîm doza ku li dijî Deutsche Welleyê vekir qezenc kir

Dadgeha Kar a Bonnê ragihand ku fesixkirina peymana kar a Maram Salîmê ji aliyê Deutsche Welleyê (DW) ve, betal e.

Dadgehê biryar da ku parvekirinên Salîmê dijî cihûyan nînin û jikaravêtina wê derveyî hiqûqê ye.

Salîmê bi daxuyaniya nivîskî anî ziman ku ew ji mêj ve di warê mafê jinan, mafê mirovan, mafê ajelan de kampanyayan birêve dibe û van îdiayan ew gelek xemgîn kirine.

Salîmê bangawazî li DWyê kir ku li pêşber raya giştî lêborînê bixwaze û îdiayên xwe paş de bikişîne û got, "Êdî pêwîste DW, ji bo ku Filistînî îhlalên Îsraîlê yên li dijî Filistîniyan tînin ziman, hewla fesixkirina peymanên wan ên xebatê nede. Biryarê nîşan da ku kampanyayên nefretê yên li dijî rojnamevanên weke min yaxud Nemî Hesenê êdî wê serkeftî nebin. Bêgunehiya min ji destpêkê ve diyar bû."

Parêzer Ahmed Abed jî destnîşan kir ku dadgehê bi eşkere tekezî li wê yekê kir ku îdiayên antî-semîtîzmê yên derbarê Maramê, bê binema ne û got, "Deutsche Welle ji dêvla ku xwe radestî ajîtasyonê bike, pêdivê Maramê biparêze."

Ji bo biryara navborî mafê DWyê heye di nava mehekê de biryarê bibe temyîzê. Herwiha pêdivê DW, xerciyên dadgehê yên bi qasî 36 hezar ewro jî bide.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE