Êrîşa bibombe ya li Iraqê : 5 kuştî

Li parêzgeha Selahedînê di êrîşeke dijî restoranekê da 5 kes hatin kuştin, 32 kes jî birîndar bûn...

Êrîşa bibombe ya li Iraqê : 5 kuştî

Li parêzgeha Selahedînê ya Iraqê di êrîşeke bibombe ya dijî restoranekê da 5 kes hatin kuştin, 32 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, li navçeya Hecacê ku dikeve bakurê Tîkrîta navenda parêzgeha Selahedînê, bi wesayîteke bombebarkirî va li dijî restroranekê êrîş hat kirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Iraqê Seyf el-Bedir di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku di êrîşê da 5 kes hatin kuştin, 32 kes jî birîndar bûn.

Li herêma ku dikeve navbera parêzgehên Kerkûk-Selahedîn-Diyalaya ku hêzên ewlekariyê jê ra dibêjin "sêgoşeya mirinê", hinek caran êrîşên terorê yên ku bi taybetî jî sivîl dibin hedef, tên kirin.

Artêşa Iraqê, parêzgeha Selahedînê ku di hezîrana 2014an da ketibû destê rêxistina terorê DEAŞê, di dawiya sala 2015an da bi temamî rizgar kiribû.

Dîroka nûkirinê: 12 îlon 2018, 15:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE