Ji ber êrîşa bombeyî ya ku birin ser merasima xitma Quranê ya li Xezneya wîlayeta Efxanistanê hat kirin 15 sivîlan can dan.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Tarik Aryen daxuyanî da endamên çapemeniyê û ragihand ku bi motosiklêta sêtekerî ya bombebarkirî va li Agucana gundê Geylana navçeya Xezneyê êrîşî ser merasima xitma Quranê hat kirin.
Aryen destnîşan kir ku di êrîşê da 15 sivîlan can da û 20 sivîl jî birîndar bûn.
Heta niha kesî toqa êrîşê hilneda ser xwe.