Êrîşa çekdarî ya li Hollandayê

Xizmên êrîşkarî gotin, Gokmen Tanişê gumanbarê êrîşa çekdarî ya Hollandayê ji ber pirsgirêkên malbatî pêşî li ser xizmekî xwe yê di nav tramvayê de daniye paşê jî yên ku xwestine alîkariyê bikin, gulebaran kirine.

Êrîşa çekdarî ya li Hollandayê

Xizmên êrîşkarî anîn ziman ku Gokmen Tanişê gumanbarê êrîşa çekdarî ya Hollandayê ji ber pirsgirêkên malbatî pêşî li ser xizmekî xwe yê di nav tramvayê de daniye paşê jî yên ku xwestine alîkariyê bikin, gulebaran kirine.

Li Hollandayê Şaredarê Utrechtê Jan van Zanen ragihand ku di êrîşa çekdarî ya li bajar de 3 kesan canê xwe ji dest daye û 9 kes jî birîndar bûne.

Van Zanen di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de destnîşan kir ku di êrîşa dijî tramvayê de 3 kesan canê xwe ji dest daye û 9 kes jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve polîsên Utrechtê ragihand jî gumanbarê ku berî nuha navê wî weke "Gokman Tanış" îlan kiribûn, nuha weke "Gokmen Tanış" serrast kirine.

Li gorî zanyariyên ku di çapemeniya Hollandayê e rengvedan, helîkopterên polîsan sewqî cihê bûyerê kirine û ji bo girtina gumanbarî operasyon didomin.

Hatibû ragihandin ku di êrîşa çekdarî ya ku di nava tramvayeke bajarê Utrechtê hatibû lidarxistin birîndar hene.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 16:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE