Êrîşa dijî buroya hilbijartinê ya li Efxanistanê

Di êrîşa bibombe û biçek a dijî ofîsa namzedê Alîkarê Serokomar Emrullah Salih da hejmara kuştiyan derket 20an

Êrîşa dijî buroya hilbijartinê ya li Efxanistanê

Li Efxanistanê di êrîşa bibombe û biçek a dijî ofîsa hilbijartinê ya Emrullah Salih ku bi destê Serokomar Eşref Xenî ji bo hilbijartina serokomariyê ku dê 28ê îlonê were kirin, wekî namzedê Alîkarê Serokomar hat nîşandan da hejmara kuştiyan derket 20an.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin ku di êrîşên bibombe û biçek ên dijî ofîsa Salih a li paytext Kabulê da 20 kes hatin kuştin, 50 kes jî birîndar bûn.

Heta niha kesî êrîş hilnedaye ser xwe.

Salihê ku ji avahiya ku êrîş kirinê derxistin û veguhestin ciyekî ewle, ji milê xwe birîndar bûbû. Di pevçûna piştî êrîşê da hêzên ewlekariyê 3 êrîşkar kuştibûn.

Serokomar Eşref Xenî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê da ragihandibû ku rewşa Salih baş e.

Pêvajoya kampanyaya hilbijartina serokomariyê ku li welêt dê 28ê îlonê were kirin, duh bi awayekî fermî dest pê kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tîrmeh 2019, 11:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE