Êrîşa Hêzên Îsraîlê ya li dijî Şerîaya Rojava:3 kuştî

Hêzên Îsraîlê avêtin ser Şerîaya Rojava 3 Filistînî hatin kuştin, 8 kes jî birîndar bûn

Êrîşa Hêzên Îsraîlê ya li dijî Şerîaya Rojava:3 kuştî

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava avêtin ser bajarê Cenînê û di encamê da 3 Filistînî hatin kuştin, 8 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê da wiha hat gotin, "Li bajarê Cenînê bi guleyên eskerên Îsraîlê 3 Filistînî şehîd bûn, 8 kes jî birîndar bûn."

Li gorî nûçeya têlevîzyona dewleta Filistînê, Filistîniyên hatin kuştin Bera Lehluh, Leys Ebu Surur û Yusuf Salah in.

Şahidên bûyerê diyar kirin, eskerên Îsraîlê avêtin ser bajarê Cenînê, wesayîteke 4 kes tê da bûn, dan ber guleyan.

Meqamên fermî yên Îsraîlê der heqê bûyerê da hê daxuyanî nedane.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE