Êrîşa li dijî Abe Şînzoyê Serokwezîrê Japonyayê yê berê

Serokwezîrê Japonyayê yê berê di encama êrîşê da jiyana xwe ji dest da.

Êrîşa li dijî Abe Şînzoyê Serokwezîrê Japonyayê yê berê

Abe Şînzoyê Serokwezîrê Japonyayê yê berê ku li bajarê Narayê di çalakiyekê da rastî êrîşa çekdarî hat, mir.

NHKya Televizyona Dewletê ya Japonyayê destnîşan kir Abeyê giran birîndar bûbû li nexweşxaneyê miriye.

Abe ji bona destekê bide kampanyaya hilbijartinê ya namzedê Partiya Demokrat ya Lîberal li bajarê Narayê li qada li ber Rawestgeha Yamato-Saîdaîjiyê xeber dida û di vê gavê da ji ber êrîşa çekdarî gule li sînga wî ketibû.

Abeyê giran birîndar bûbû rakiribûn nexweşxaneyê.

Li gor agahiyan Yamagamî Tetsuyayê 41 salî ku tê gotin êrîşkar e beriya ji bûyerê bireve hatiye qefaltin û ji serê jî du çekên lûledirêj yên destçêkirî hatine qefaltin.

Li gor agahiyan êrîşkar endamê berê yê hêzên behrê yê Fermandariya Parastina Xweser e ku weke hêza eskerî ya Japonyayê ye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE