"Êrîşa li dijî Balyozxaneya DYAyê ya li Bexdayê nayê qebûlkirin"

Li ser malpera fermî ya Serokatiya HKIyê derbarê êrîşa li dijî Balyozxaneya DYAyê ya li Bexdayê daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin.

"Êrîşa li dijî Balyozxaneya DYAyê ya li Bexdayê nayê qebûlkirin"

 Serokê Herêkma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku êrîşa milîsên Heşda Şebî ya li dijî Balyozxaneya DYAyê ya li Bexdayê nayê qebûlkirin.

Li ser malpera fermî ya Serokatiya HKIyê derbarê êrîşa li dijî Balyozxaneya DYAyê ya li Bexdayê daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin.

Di daxuyaniyê de Barzanî wiha got, "Êrîşa li dijî Balyozxaneya DYAyê ya li Bexdayê ku berjewendiyên Iraqê dixe xetereyê, nayê qebûlkirin. Em bi fikareke kûr bûyerê dişopînin."

Barzanî destnîşan kir ku xwepêşandanên sivîl mafekî yasayî ne lê hedefgirtina balyozxane û misyonên dîplomatîk bi tevgerên bêserûber weke gavên gelekî xetere bi nav kir.

Serokê HKIyê Barzanî bibîr xist ku DYA û Hevpeymana Navneteweyî di warê rizgarkirina Iraqê de û dserkeftina li hember DEAŞê de hevkarên giring ên stratêjîk ên Iraqê û herwiha yê HKIyê ne. Di warê berengariya terorê û parastina berjewendiyan de hêjî pêdivî bi piştevaniya terefên navborî heye.

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Çile 2020, 17:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE