Êrîşa li dijî Hewlêrê: Daxuyaniya Serokê HKIyê Barzanî

Di daxuyaniya Serokatiya HKIyê da peyama Barzanî ya der barê êrîşan da hat weşandin.

Êrîşa li dijî Hewlêrê: Daxuyaniya Serokê HKIyê Barzanî

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî êrîşa terorê ya dijî Hewlêrê bi tundî şermezar kir û got: "Em ji civaka navneteweyî û hikûmeta federal a Iraqê di mijara van êrîşan da dixwazin ku ew sekneke cidî nîşan bidin."

Di daxuyaniya Serokatiya HKIyê da peyama Barzanî ya der barê êrîşan da hat weşandin.

Hat gotin Barzanî êrîşa moşekên balîstîk yên duh şev bêyî hincet hatin kirin yên ewlehî û îstiqrara gelê HKIyê hedef girtin bi tundî şermezar dike.

Di daxuyaniyê da gotinên Barzanî wiha hatin parvekirin: "Em ji civaka navneteweyî û hikûmeta federal a Iraqê di mijara van êrîşan da dixwazin ku ew sekneke cidî nîşan bidin."

Şaxa Dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyandibû ji dervayî Iraqê bi 12 moşekên balîstîk va êrîşî Hewlêrê hat kirin.

Şaxa Dijî Terorê li ser hesabê Facebookê der barê êrîşê da daxuyanî dabû.

Di daxuyaniyê da hatibû gotin paytext Hewlêr ji dervayî Herêma Kurdistanê û Iraqê  bi moşekên balîstîk va rastî êrîşî hatiye.

Hatibû gotin êrîş şev di saet 01.00î da hatiye kirin, hedefa 12 moşekan taxeke li aliyê Konsolxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê ye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE