Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku bi Mazlum Dagê serkiryarê êrîşa ku peywirdarê Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê hat şehîdkirin ra bi tevahî 6 kes hatin girtin û PKKya rêxistina terorê telîmata êrîşê daye.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Midûriya Ewlehiyê ya Hewlêrê hat dayîn da hat gotin ku "Tîmên asayîş û antîterorê di demek kurt da der barê êrîşa Hewlêrê da serkirdeyê bûyerê Mazlum Dag jî di nav da 3 jê welatiyên Tirkiyeyê bi tevahî 6 kes girtin. Her 3 kesên din welatiyên HKIyê ne û hat tesbîtkirin ku alîkarî û piştevaniya kiryaran kirine. Bi biryara mehkemeyê çend kesên din ên ku tevî bûyerê bûne jî digerin."
Di daxuyaniyê da herwiha hat gotin:
"Li gor îtirafên sûcdaran êrîşa terorê ya li Hewlêrê ya ku xebatkarê Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê hat kuştin û hedef dikir ku îstiqrara Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) xira bike çend meh berê li Qendîlê ji hêla PKKyiyê bi navê Fatîh (Botan) va hat plankirin. Serkirdeyê êrîşê îtiraf kir ku 2 welatiên Iraqê bi gumana ku parêzvanên dîplomatê Tirk in kuştine."
Midûriya Ewlehiyê ya Hewlêrê digel daxuyaniya nivîskî dîmenên ku îtirafên 6 kesên navborî tê da ne jî bi raya giştî ra parve kirin.
Hêzên ewlehiyê yên HKIyê di 20ê tîrmehê da daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku terorîst Mazlum Dagê ku êrîşa peywirdarê Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê hat şehîdkirin kir û Mihemed Bîsksizê ku alîkariya wî kir hatin girtin.
Li Hewlêrê di 17ê tîrmehê da li restoranekê êrîşa çekdarî hatibû kirin û dîplomatekî li Serkonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê peywirdar hatibû şehîdkirin û 2 welatiyên Iraqê jî mirbûn.
AA