Êrîşa li ser "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê": 5 kuştî

Di êrîşên ji beja û hewayê yên li ser wargehên li "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da 5 sivîl hatin kuştin û gelek sivîl birîndar bûn

Êrîşa li ser "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê": 5 kuştî

Di êrîşên ji beja û hewayê yên li ser wargehên li "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da 5 sivîl hatin kuştin û gelek sivîl birîndar bûn.

Rejima Esed û piştgirên wê ji beja û hewayê êrîşên li ser wargehên sivîlan ên li "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" didomînin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, ji îro berdestê sibê pê va ji hewayê êrîş birin ser Seraqiba bajarok, Maritahun, Merdih, El Janudiyye, Has, El Habit, El Luj, Tel El Nebî Eyub Krîsaa, Hassane, Îhsem, el Fattire, Hazarîn, Şêx Mistefa, Bismas, Erneba, Sifuhan, Îbdita û El-Habita gundên li başûr û başûrê rojhilatê Îdlibê kirin.

Li gor çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumsipî), li El-Habîtê 2, li Sifuhanê kesek, li Ernebayê 2 kes bi tevahî 5 sivîl hatin kuştin.

Bi vî awayî di encama êrîşên 2 roj in dibin ser Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê da herî kêm 27 sivîl hatin kuştin.

Mala çavdêriya teyareyan a mixalifan der barê êrîşê da li ser medyaya civakî got, "Teyareyên şer ê Ûrisan ji baregeha Hemayê û Himeymîmê rabûn û êrîş kirin."

Li gor rapora nîsanê ya Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê di êrîşên rejima Esed da 127, di êrîşên Rûsyayê da jî 13 sivîl hatin kuştin.

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Gulan 2019, 12:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE