Êrîşa li ser pira Londonê

Di êrîşê de 2 kes mirin, êrîşkar hat kuştin

Êrîşa li ser pira Londonê

Li Îngilistanê piştî 2 salan êrîşeke terorî hat kirin. Cihê êrîşê pira londonê bû. Kesekî êlekeke bombeya sexte li xwe kir û li ser pira Londonê bi kêrê êrîşî kesên derdorê kir. Di êrîşê de 2 kes mirin. Di dema midaxeleyê de êrîşkar jî hat kuştin.

Careke din li Îngilistanê êrîşeke terorî çêbû.

Êrîşa herî dawî di 2017an de çêbûbû û tê de 8 kes miribûn. Vê carê jî li ser Pira Londonê êrîşeke terorî hat kirin.

Kesekî êleka bombeya sixte li xwe kir û li ser Pira Londonê êrîş bir ser mirovan.

Dema êrîşê kêlî bi kêlî hat qeydkirin.

Di êrîşê de 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.

Polîsên Îngilistanê eşkere kirin ku ev êrîşeke terorî ye.

Hat eşkerekirin ku êrîşkar Osman Xanê 28 salî ye û di sala 2012an de ji ber sûcê terorî ciza xwariye. Di sala 2018an de jî hatiye berdan.

Serokwezîrê Îngilistanê Boris Johnson ji ber êrîşa terorê navber da xebatên hilbijartinê, li avahiya Serokwezîrtiyê ji rayedaran agahî stand.

Partiya îqtîdarê û Partiya Karkeran rojekê navber dan kampanyayên xwe yên hilbijartinê.

Piştî êrîşê li deverê tevdîrên ewlehiyê hatin girtin.

Pira Londonê û îstasyonên metroyê yên li nêzî deverê ji çûnûhatinê re hatin girtin.

Hat eşkerekirin ku li tevahiya Londrayê tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser êrîşê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:”Bi vê êrîşa xayînane careke din rûyê reş ê terorê derket holê ku sivîlan ji xwe re dike hedef. Em ji bo gelê Brîtanyayê sersaxiyê dixwazin.”

Dîroka nûkirinê: 30 Mijdar 2019, 15:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE